Pereyên nû yên Sûriyê li bazarên parêzgeha Hesekê peyda nabe, vê yekê bandor li ser jiyana rojane ya welatiyan û pêdiviyên wan ên xizmetguzariyê kiriye.
Welatî neçarin ku pereyên kevin ên Sûriyê bi kar bînin.
Heta niha jî li bazarên parêzgeha Hesekê pereyên nû kêm tên peydakirin û ji bo guhertina wan jî keysbazî tê kirin.
Welatiyên Dirbêsiyê ji Nûçe Tv re gotin ku dema ew pereyên kevin bi yê nû diguherin ji pereyên wan qut dikin.
Ji welatiyên Dirbêsiyê: Dema em pereyên xwe diguherin jê qut dikin

Ji welatiyên Dirbêsiyê: Ji ber pereyên nû bi min re nebû em bê nan man
Her wiha welatiyan diyar kirin ku dolar li ser pereyên kevin bi 14 hezaran be, li gor lîreya nû ku bi 13 hezar û 300 ye difiroşin welatiyan.

Ji welatiyên Dirbêsiyê: Dolar li gor pereyên kevin bi 14 hezara ye
Piştî biryara banka navendî ya Sûriyê ji bo pevguhertina Pereyên kevin bi yên nû li Parêzgeha Hesekê gelek pirsgirêk bi xwe re aniye.
Welatiyên herêmê daxwaza çareserkirina kirîza pereyên kevin û yên nû dikin.