Piştî lehiyeke dijwar.. Koçberên Serêkaniyê dubare daxwaza vegerê dikin

Li bajarê Hesekê, barana zêde ya ku ji roja Şemiyê ve dibare, bû sedema lehiyeke dijwar, her wiha baranê zirareke mezin daye koçberên di kampa Waşokanî û Telaye de. Bi dehan konên koçberên Serêkaniyê di bin avê de man, hinek kon qetiyan û kelûpelên malan di nav heriyê de çûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konên şil, cilên zarokan ên di nav heriyê de û xewnên ku di nava pêlên lehiyê de winda bûn.

 

Edale Hemûş Kino û hevjînê xwe li ber konê xwe yê şil rûniştîne, bêdeng in, tenê li xirabiya ku lehiya şeva borî bi xwe re aniye, temaşe dikin.

 

Edale dibêje ku ew jî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe li Serê kaniyê û ji jiyana koçberiyê xilas bibin.

 

Hevjînê Edale li pişt kamîreyê derdê xwe tîne ziman, dixwaze vegere mala xwe ya li Serêkaniyê, lê tekez dike ku heta asayîş bi wan re neçe, ew ê nikaribe bi ewlehiyê hîs bike.

 

Şeva borî, şeveke dijwar bû li ser koçberên Serêkaniyê yên ku di kampa Telaye ya Hesekê de dimînin.

 

Di nîvê şevê de, dema ku her kes di xew de bû, lehî rabû û her tişt bi xwe re bir.

 

Tahir Mihemed Şêxê yê 75 salî jî dibêje ku, zêdetirî 6 salan ew di kampê de dijî û konên çadirî wan naparêzin.

 

Tahir Şêxê tekez kir ku bi hezaran malbat di kampê de dijîn û ev kon nikarin wan ji lehî û baranan biparêzin.

 

Ew dixwaze vegere mala xwe, lê ew jî dibêje ku komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, malên wan talan kirine.

 

Konê Nûra Ehmed jî li ber avê çû, ji duh ve xew nekiriye û li bendê ye ku xiradên wê zuha bibin.

 

Nûra Ehmed da zanîn ku wan bi satilan ava di hundirê kon de derxist: "Me nema dikarîbû yek gavê bavêjin. Her tiştên me şil bûn. Em li ser erdê rûdinin, ji ber ku her tiştên me şil bûne. ti der tune ye ku em hernê êdî."

 

Kampa Telaye bi qasî 3 km dûrî navenda bajarê Hesekê ye û zêdetirî 16 hezar koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê dihewîne.

 

Ji ber dagirkirina bajarên wan, ev 7 sal in li benda vegereke bi ewle ne.

 

Piştî hevpeymaniya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, daxwazên koçberan ên vegerê zêdetir dibin, lê vegereke bi garantî û ewlehî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye