Başûrê Kurdistanê sembola pêkvejiyanê ye
Başûrê Kurdistanê sembola pêkvejiyana di navbera ol û pêkhateyên cuda de ye. Çayxaneyek li sînorê Hewlêrê, bûye cihê kombûna Misilman û Xiristiyanan. Dengê fîncanên çayê, guftûgoyên dostanî û kenê navbera misilman û krîstiyanan li çayxaneyeke gundê Harmotayê li Koyeyê. Ev çayxane bi salan e bêyî ti cudahiya ol û baweriyê, deriyên xwe ji her kesî re vekiriye. Çayxaneyeke sade lê peyameke mezin; tiştê ku mirovan nêzî hev dike ne tenê vexwarina çayê ye, belkî hebûna rêz û pêkvejiyanê ye li Koye.