Koçberên Serê Kaniyê ji bo vegerê wê dest bi çalakiyan bikin

Koçberên Serê Kaniyê û çalakvanên herêmî ragihandin ku ji bo daxwaza vegera li ser axa xwe, ew ê dest bi rêzeçalakiyan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, çalakiya yekem sibê (5’ê Tîrmehê) li bajarê Hesekê bi beşdariya koçber, rûspî, kesayetên çandî û siyasî dê birêve biçe.

Ev biryara çalakiyan piştî wê yekê tê ku koçber li ser derengmayîna pêvajoya vegerê nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Tevî ku 6 meh di ser peymana 29’ê Çileyê re ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatibû îmzekirin derbas bûne jî, hîn gavên berbiçav nehatine avêtin.

Niha zêdetirî 80 hezar koçberên Serê Kaniyê û gundewarên wê, di şert û mercên giran de li kamp û stargehên herêma Cizîrê û Kobanê jiyana xwe berdewam dikin.

Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku li pêşiya vegera ewle ya xelkê gelek astengiyên sereke hene. Di nav van astengiyan de herî zêde ev xal derdikevin pêş:

1-Hebûna kesên biyanî di malên koçberan de û daxwazkirina pereyan ji bo valakirina xaniyan.

2-Mayin û bermahiyên şer ên ku hîn li herêmê nehatine paqijkirin.

3-Berdewambûna rûdanên diziyê û wêrankirina xaniyên welatiyan di hundirê bajêr de.

Tê zanîn ku heta niha hevdîtinên di navbera Komîteya Koçberên Serê Kaniyê û hikûmeta demkî de negihaştine tu encamên berbiçav.

Ji ber vê yekê, koçber hewl didin ku bi riya çalakiyan dengê xwe bigihînin aliyên pewendîdar da ku vegereke bi ewle û birûmet bê misogerkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye