Xebatên paqijkirina mayînan li xeta Zirgan û Tiltemirê berdewam dikin

Xebatên rakirina mayînan ev 7 rojin li xeta Zirgan û Tiltemirê dest pê kiriye Tîmeke herêmî mayînan radike û gundî hêvî dikin beriya demsala çandiniyê ev xebat bidomin da karibin zeviyên xwe biçînin. Nûçegihanê me Wecîh Ebdî raporek di vê der barê de amade kiriye, em bi hev re temaşe bikin.

reset font size increase font size

Ev demeke xebatên rakirina mayînan ji rêyên sereke yên ku diçin Serê Kaniyê berdewam dikin.

Ev heyama 7 rojane xebatên rakirina mayînan li xeta Zirgan û TilTemirê Bi firehiya 76 mtreçaroşe dest pê kiriye.

Ev Komîteya tîma Rakirina mayînan a li ser xeta Til Temir û Zirganê ye, beriya ku em derbasî xetên oparasyonên rakirina mayînan bibin ew rêgezên ewlehiyê dibêje. 

Xebatên rakirina mayînan li xeta Zirgan û Tiltemir berdewam dike 

Rêxistina Wîsal a rakirina mayînan û rêxistinên din rêyên sereke û gundan paqijdikin da ku xelkên van gundan û Serê Kaniyê vegerin malên xwe, ev yek di çarçoveya rêketina di navbera QSD û Hikûmeta Sûriyê de pêk tê. 

Ji 2019'an ve xelkên van gundan koçber bûne 

Ev herêm ji sala 2019’an ve ji ber sedemên şer bi sedan teqemenî û teqemeniyên destçêkirî hatine çandin.

Gundiyên vegeryayî dibêjin gelek mayîn di nav zeviyên wan de hene ew bi hêvî ne di demeke nêz de zeviyên wan ji mayînan werin paqijkirin da bi demsala çandiniyê re bigihêjin. 

Beriya çend rojan jî Navenda rakirina mayînan ragihand ku xebatên rakirina mayînan di qonaxa duyemîn de berdewam dike. 

Oparasyon bi kordîneya di navbeta QSD û Hikûmeta Sûriyê de tê birêvebirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye