Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bi daxuyaniyekê rexneyên xwe yên têkildarî desteserkirina şaredariyan anîn ziman.
Ahmet Turk diyar kir ku rêveberiyên qeyûman tê wateya ‘’talan û gendeliyê’’ û got ku divê li hemberî vê yekê partiyên siyasî, rêxistinên civakî û derdorên demokrasîxwaz helwesteke hevpar nîşan bidin.
Ahmet Turk piştre bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û got:
Ji bo ev pêvajo veguhere aşitiya mayînde daxwazên me hene. Divê zemîna vê yekê ya hiqûqî were amadekirin. Em, partiya me û Birêz Ocalan em ê di mijara bicihanîna daxwazên hiqûqî de heya dawiyê israr bikin. Em bi sebr pêvajoyê dişopînin û piştgiriyê didin.’’