Cotkarên Akrê ji xapandina hejmarek bazirganên birincê dilgiran in
Hawirdekirina birincê ji welatên din ji bo Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku birinca xwemalî ya Akrê têk biçe. Hejmarek bazirgan birinca qalind ji welatên din hawirde kiriye û bi navê birinca Akrê xistiye bazarê û vê yekê hilberînerên birincê li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Akrê, nîgeran kirine.