Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli Piştî 7 Salan Ji Girtîgeha Edîrne'yê Hate Berdan.
Seroka koma Dem Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlementerên Dem Partiyê Ayşegul Dogan, Cengîz Çandar, rêvebirên Dem Partiyê û hevjîna Selçûk Mizrakli jî di nav de bi dehan welatiyan ji serê sibê ve li pêşiya girtîgehê li benda berdana Mizrakli sekinîn.
Piştî kar û barên li zindanê, Mizrakli di saet 13.34`an de hate berdan.
Di dema berdana ,Mizrakli de gel bi çepik û dirûşmeyên “bijî berxwedana zindanan” ew pêşwazî kirin.
“Em tev bi daxwaza jiyaneke azadtir li vir in”
Mizrakli di axaftina xwe ya destpêkê de got ku ya wan hemûyan li vir kom kiriye hest û daxwazek e û wiha domand:
“Ev jî daxwaza pêşerojeke baştir, jiyaneke azadtir, bi biratî û demokratîk e.
Li hember sizayên der hiqûqî ku li me birîn, me kir ku ji vir bi serbilindî û bi rûmet derkevin û em di vê milê de serkeftî ne.”
“Ya ku hate wendakirin hiqûq e, divê em li hiqûqê vegerin”
Mizrakli amaje bi rewşa pêvajoyê kir û ji bo pêşveçûna pêvajoyê wiha axivî:
"Tişta ku hatiye wendakirin, li cihê wenda bûye tê dîtin.
Ez ê neçim salên berê, ji 2015`an vir ve tişta li vê welatê hatiye wenda kirin hiqûq e, divê vegerin hiqûq ê..”
Mizrakli: Divê demîrtaş û Ocalan jî bên berdan
Mizrakli got ew weke gel dixwazin di pêvajoyê de pêşiya xwe bibînin û wiha domand:
“Lewma divê pêvajo zelal û şefaf bimeşe.
Dema ez çavdêrî dikim, bûyer diqewimin pişt re civak pê dihese.
Ev jî baweriya civakê li pêvajoyê kêm dike. Divê di zûtirîn demê de Selahattin Demîrtaş û Abdullah Ocalan jî bên berdan.”
Mizrakli piştî serdanên li Stenbolê çû Amedê
Selçûk Mizrakli, piştî pêşwazîkirina li pêşiya girtîgehê bi rayedarên Dem Partî'yê û malbata xwe re ji Edîrneyê derbasî Stenbolê bû.
Li goristana Zîncîrlîkûyû serdana gora xizmeke xwe û ya Sirri Sureya onder kir.
Pêşî Qeyûm danîn cihê wî pişt re girtin
Mizrakli, di dema ku Şaredarê Amedê bû di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm avêtibûn cihê wî û du roj şûn ve bi angaştên cuda hatibû binçavkirin û girtin.
Piştî ku Mizrakli hate girtin dadgeha Tirk bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 9 sal, 4 meh û 15 roj siza lê birî.
Rexmê ku dadgeha bilind cara pêşî biryara dadgeha xwecihî ya Amedê betal kir jî, biryara duyemîn a heman dadgehê ku cudahiyeke zêde ji ya pêşî tune bû pejirand.
Selçûk Mizrakli biryarê weke binpêkirina vîna gelê Amedê bi nav kir û di tevahiya pêvajoya xwe ya girtîgehê de ji sekna xwe paşve gav neavêtin.