Brîtanya dorpêçên darayî û bazirganî yên li ser Îranê tundtir dike

Hikûmeta Brîtanya bi qanûnek nû dorpêçên darayî û bazirganî yên li ser Îranê tundtir dike. Cîgirê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Steven Doughty jî ragihand ku wan qanûneke nû ji bo dorpêçên li ser Îranê tundtir bike, sînorkirinên bazirganiyê zêde bike û desthilatên welêt ji bo armancgirtina keştiyan berfireh bike, derxist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Steven Doughty bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hikûmeta Birîtaniya di 8'ê îlonê de, qanûnek nû derbarê dorpêçên li ser Îranê de derixistine.

Hikûmeta Birîtanî di qanûna ku derxistî de wê dorpêçên li ser Îranê tundtir bike, sînorkirinên bazirganiyê zêde bike û desthilatên welêt ji bo hedefgirtina keştiyan berfireh bike.

Hikûmeta Brîtanî got ku ev qanûn beşek ji hewldanek berfirehtire ji bo sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê û têkoşîna li dijî çalakiyên wê yên din ên dijmina ne.

Li gorî qanûnê, gihîştina Îranê ya pergala darayî ya Brîtanî dê bêtir were sînordarkirin û qedexeyên bazirganiyê dê ji bo bêtir kelûpel, teknolojî û karûbaran werin berfireh kirin.

Her wiha Brîtaniya diyar kir ku qedexe ye ku balafirên Îranî dakevin welêt, ji bilî rewşên ku bi îstîsnayan ve girêdayî ne.

Xezîneya Dewletên Yekbûyî ceza li çend şîrketên hewayî yên Îranî birî

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ya Wezareta Xezîneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî lîsteya cezayan a têkildarî Îranê nû kir.

Li gorî vê lîsteyê çend şîrketên hewayî yên Îranî û şîrketên têkildarî hewavaniyê li lîsteya kes û saziyên ku di bin cezayan de ne zêde kir.

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî çend şîrketên li Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî, Keyaniya Yekbûyî, Tirkiyê, Malezya û Kazakistanê yên ku bi Mahan Air an torên wê yên têkildar ve girêdayî ne, ceza kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye