Karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê vegeriyan malên xwe

Piştî koçberiya 7 salan, îro karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê vedigerin malên xwe. Di vî karwarî de, nêzî 700 malbatên koçber ji 55 gundên girêdayî bajarê Serê Kaniyê, herêmên Zirgan û Til Temirê hene. Endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdî diyar kir ku hemû koçber dê vegerin û hemû rê jî dê werin vekirin.

reset font size increase font size

Serê sibehê zû ye, dayîk, bav û zarok ji xewê rabûne û xwe amede dikin..

xwe kom kirin û dest bi rakirina tiştên xwe kirin.

Xwe amede dikin da ku vegerin cih û warên xwe.

Ev 7 sal in li ser van malbatên koçber di bin van konan de, hemû zehmetî derbas bûn.

Îro jî roja vegerê ye, roj a hesret û xweşiyê ye.

Piştî 7 salan, îro karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê yên ku li Kampa Serê Kaniyê dimînin, bi rê ket. 

Ew karwan berê xwe dide 55 gundên girêdayî bajarê Serê Kaniyê, herêmên Zirgan û Til Temirê.

Ev karwar nêzî 700 malbatên koçber di nava xwe digre.

Şandeyeke hikumeta Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihîştine kampê û di pêvajoya vegerê de amede bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye