Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi tohmeta girêdana bi Îranê re, ceza li 3`ê saziyên darayî yên li bajarê Stenbolê yên Tirkiyê birî.
Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ya wezaretê (OFAC) diyar kir ku wê Golden Global Investment Bank, Golden Global Portfolio Unitemy û Golden Global Warlik Kiralama li navnîşa kes û saziyên ku di bin dorpêçê de ne zêde kir.
Her wiha Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê destûrnameyek giştî ya nû derxist ku hin danûstandinên têkildarî kes û saziyên ku di 4’ê îlonê de hatine dorpêçkirin, ji bo demek sînorkirî destûr dide da ku destûrê bide bidawîkirina wan danûstandinan.