Hêzên Ewlehiya Îranê jê 4 zarok 8 welatiyên Kurd girtin

Hêzên dewleta Îranê jê 4 zarok, 8 welatî li Parêzgeha Îlam girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku di 18'ê sibata 2026'an de "Amîr Elî Lotfî" yê 15 salî ji bajarê Darşehir û "Elîreza Nazarî" yê 17 salî ji Asemanabad li parêzgeha Îlam hatin girtin.

 

Duh jî hatibû ragihandin ku 2 zarokên din jî yên di jêr 18 salî de li Îlamê hatibûn girtin.

 

Di 18 û 19'ê sibatê de, "Mihemed Pîrî" yê 17 salî û "Mihemed Cewad Zeynivand" ê 14 salî li Parêzgeha Îlamê hatibûn girtin.

 

 

Tevî Peymana Mafên Zarokan, ku hikûmeta Îranê jî tevlî wê bûye û li gorî madeya 9 a Zagona Sivîl di hundirê welêt de, girtin û kuştina zarokan didome.

 

Di heman dîrokê de, li Abdananê jî sê welatiyên Kurd ên bi navê Mojteba Mihemed Valî, Armîn Pîranî û Edîb Nazarî li bajarê xwe hatin girtin û bo cihên ne diyar hatin veguhestin.

 

Her wiha, di 16'ê sibatê de, welatiyê Kurd Reza Ferdos Moxadam ê ji bajarê Darşehirê li Parêzgeha Îlamê hat girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye