Nûnera Taybet a Brîtanya ji bo Sûriyê Ann Snow ragihand ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Şamê de, gaveke girîng ber bi aramiyê ve ye, lê rewş hîn jî lawaz e.
Nunerê taybet da zanîn ku gihandina alîkariyan ji bo deverên mîna Kobanê, wê di qonaxa bê de di nav pêşîniyên wan de be.
Ann Snow li ser aliyê mirovî jî axivî û ragihand ku welatê wê bi rêya hevkarên xwe yên navneteweyî alîkarî ji zêdetirî 15 hezar kesan re li Heleb û bakurê rojhilatê Sûriyê re pêşkêş kiriye.