Amerîkayê li dijî Îranê dest bi pêleke nû ya êrîşan kir

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, wan dest bi pêleke nû ya êrîşên asmanî li dijî Îranê kiriye. Ew jî piştî wê yekê hat ku 2 leşkerên Amerîkayê li Urdinê hatin kuştin û leşkerek jî winda ye. Beriya destpêkirina êrîşan, nameyeke nivîskî bi navê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî hat belavkirin, têde gef li Waşingtonê hatibû xwarin û ragihandibû ku wê Amerîka baca "hewldana ji bo berfirehkirina şer" bide. Di nameya Xamineyî de, îmzeya Donald Trump wekî "bêqîmet û bêbawer" hat pênasekirin û hişyariya "şikestineke mezintir" da Amerîkayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, wan dest bi pêleke nû ya êrîşên asmanî li dijî Îranê kiriye.

Li Urdunê 2 leşkerên Amerîkî hatin kuştin 

Di êrîşeke berê ya Îranê ya li Urdunê de, 2 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û leşkerek jî winda bû.

CENTCOM’ê da zanîn ku armanca wan "lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo çêkirina metirsiyê ya li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê û cezadana Supaya Pasdaran a Îranê ye" ku berpirsên êrîşa li leşkerên Amerîkayê yên li Urdunê ne.

Nameyeke nivîskî bi navê Mucteba Xamineyî Rêberê Bilind ê Îranê hat belavkirin

Beriya destpêkirina êrîşan, nameyeke nivîskî bi navê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî hatibû belavkirin, têde gef li Waşingtonê hatibû xwarin û hatibû ragihandin ku wê Amerîka baca "hewldana ji bo berfirehkirina şer" bide.

Di nameya Xamineyî de, îmzeya Donald Trump wekî "bêqîmet û bêbawer" hat pênasekirin û hişyariya "şikestineke mezintir" da Amerîkayê.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê gef li Îranê xwar

Li beramberî vê yekê, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth li ser hesabê xwe yê tora civakî X’ê nivîsî, "Qurbanîdana leşkerên me tenê vîna me ya ji bo rûbirûbûnê xurttir dike."

Alozî tenê di navbera Waşington û Tehranê de nemaye lê belê û li çend welatên herêmê jî belav bûye

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan êrîşî navenda piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ya li Kampa Erîfcanê û Baregeha Asmanî ya Elî Salimê ya li Kuweytê kiriye. 

Li hêla din, Şirketa Petrolê ya Kuweytê piştrast kir ku zirar gihîştiye yek ji tesîsên wan ên petrolê.

Medyaya Îranê ragihand ku Baregeha Asmanî ya Şêx Îsa ya li Behreynê ku balafirên şer ên Amerîkayê lê ne, hatiye armanckirin.

Her wiha televîzyona fermî ya Îranê belav kir ku di êrîşeke dronî ya li baregeheke Amerîkayê ya Urdunê de, 2 balafirên şer ên Amerîkayê hatine têkbirin.

Tengava Hurmizê ji rêyeke bazirganiyê bûye qada şer

Ev şerê ku ji meha Sibatê dest pê kiriye, armanca Amerîka û Îsraîlê tê de ew e ku bernameya mûşekî ya Îranê û komên nêzîkî wê têk bibin.

Niha şer gihîştiye qonaxa kontrolkirina Tengava Hurmizê ku rêya pênceka petrola cîhanê ye.

Îran, Amerîkayê bi wê yekê tohmetbar dike ku dixwaze dest deyne ser tengavê û li hêla din, Amerîka dibêje ku ew tenê dorpêça deryayî dixe ser Îranê.

YE û welatên kendavê dixwazin hurmiz vekirî bimîne

Yekîtiya Ewropayê û welatên Kendavê di daxuyaniyeke hevbeş de ji Îranê xwest ku yekser êrîşên xwe yên li ser keştivaniyê rawestîne û tengavê vekirî bihêle.

Di nav leşkerên Amerîkî de 16 kuştî û 420 birîndar hene

Li gorî amarên fermî ji destpêka şer heta niha 16 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û zêdetirî 420 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di 3 hefteyên borî de 50 kes di êrîşên Amerîkayê de hatine kuştin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye