Wezareta Ragihandin û Agahdariyê ya Komara Kongoya Demokratîk ragihand ku rewşên piştrastkirî yên vîrûsa Ebolyê gihîştine hezar û 155 kesan.
Ji vê hejmarê jî, 304 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî dibêje ku Kongoya Demokratîk di meha yekem de li gorî hemû vîrûsên din, hejmara herî zêde ya bûyerên Ebolayê yên piştrastkirî tomar kiriye.
Li gorî rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Ebola nexweşiyeke xwînberî ya vîrûsî ya kujer e ku bi têkiliya bi ajalên kovî yên vegirtî re vediguheze mirovan.