Îro, malpera "Taiwan News" belav kir ku Wezareta Parastina Neteweyî ya Taywanê, di navbera saet 6'ê sibeha roja pêncşemê û 6'ê sibeha roja Înê de, du balafirên leşkerî û 6 keştiyên şer ên Çînê, li dora Taywanê tesbît kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, her du balafirên ku girêdayî Artêşa Rizgariya Gel a Çînê ne, ketine herêma destnîşankirinî ya parastina hewayî ya li başûr-rojavayê Taywanê.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Taywanê jî, di bersiva vê yekê de, keştiyên şer û pergalên mûşekên beravê li ser sînorê di navbera xwe û Çînê de belav kirin.
Di vê mehê de, heta niha Taywanê 192 caran, balafirên Çînî di nava axa xwe de tesbît kirine.
He wiha tevgera keştiyan jî di vê mehê de 283 caran hatiye tomarkirin.