Di hefteya sêyemîn a maçên Koma E ya Kûpaya Cîhanê de, Ekwador û Almanya hatin beranberî hev.
Di maça ku li Stadyuma MetLife ya New York City hat lîstin de, Almanya di deqeya 2'yemîn de bi gola Leroy Sane yê Galatasarayê encama lîstikê vekir.
Ekvador di deqeya 9'emîn de bi gola Angulo bersiv da û Nîva yekem 1-1 bi dawî bû.
Gonzalo Plata di deqeya 78'emîn de Ekwador xist pêş.
Golên din nehatin avêtin û Ekvador bi 2-1 Almanya têk bir.
Bi vê encamê, Almanya bi 6 puanan di koma xwe de di rêza yekem de bi dawî kir.
Alman dê di tura 32'an de bi tîma rêza sêyemîn a ji Komên A, B, C, D, an F re rû bi rû bimînin.
Almanyayê bi têkbirina Curaçao û Perava Acê wekî pêşengê komê misoger kiribû.
Ekvador bi 4 puanan di koma xwe de di rêza sêyemîn de xwe bi cîh kir.
Ekwadorê gola xwe ya yekem avêt
Almanyayê di qonaxa komê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê de yekem têkçûna xwe li dijî tîmên Amerîkaya Başûr dît.
Di 10 maçên xwe yên berê yên li dijî tîmên Amerîkaya Başûr di tûrnûvayê de, Almanan 7 serkeftin 3 wekhevî bi dest xistibû.
Tîma Ekvador, di maça xwe ya yekem a komê de li hember Perava Acê1-0 winda kiribû.
Maça xwe ya duyem de li hemberî Curaçao 0-0 wek hev ma bû.
Ekvador gola xwe ya yekem a Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an avêt.