Li Swîsreyê konferansek ji bo Rojavayê Kurdistanê hat li darxistin

Li bajarê Sion ê Swîsreyê di konferansê de li dijî êrîşên li ser Rojava ji bo piştgiriya navneteweyî bang hate kirin. Di konferansê de modela siyasî ya heyî, tecrûbeya rêveberiya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê hat nîqaşkirin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Sion ê Kantona Valais a Swîsreyê, êrîşên li ser Rojava û krîza mirovî ya li herêmê di konferansekê de hat nirxandin.

Çalakî li salona konferansê ya L'Archipelê hate li darxistin û Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê ya Sionê (SSP), Navenda Civaka Kurd a Valaisê û Heyva Sor pêşengî jê re kirin. 

Di konferansê de hate ragihandin ku li hemberî êrîşên li ser Rojava divê piştevaniya navneteweyî bê xurtkirin.

Joseph Daher ku bi karên xwe yên li ser Rojhilata Navîn tê naskirin, ji Delegasyona Rojava Julien Berthod û aktîvîsta jin a Kurd Canan Onal beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de behsa modela siyasî ya heyî, tecrûbeya xwerêveberiya demokratîk û êrîşên leşkerî yên dawî li ser Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Axêveran anîn ziman ku bi taybetî ji destpêka sala 2026'an û vir ve êrîş yekser li ser sivîlan têne kirin.

Her wiha ragihandin ku xizmetên tenduristiyê bi dest nakevin, di peydakirina madeyên bingehîn ên pêwîstiyê de zehmetî heye, dorpêç hatiye girankirin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate rexnekirin.

Di konferansê de hat destnîşankirin ku modela li Rojava ne tenê herêmî ye, sîstemeke civakî ya alternatîf e ku ji bo asta navneteweyî jî derbas dibe. 

Azadiya jinan, nêzîkatiya ekolojîk û demokrasiya ji bingehê ve hatin bibîrxistin û ji bo parastina van destketiyan banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî hate kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye