Komisyona Lêkolînan a ji bo Sûriyê: Nêzî hezar û 400 kes hatine kuştin

Serokê Komîsyona Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyê diyar kir “Sûriye hîn jî di nava hemû cureyên tundî û komkujiyan de xeniqiye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Komîsyonê Paulo Sergio Pinheiro duh bi rêya dîmenekî beşdarî civîna Komîteya Sêyemîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Serokê komîsyonê ku rapora komîteyê pêşkêş kir, bûyer û komkujiyên di Adara îsal de li Laziqiye, Hema û Tertûsê rû dane, nirxandin û got di encamê de nêzî hezar û 400 kes hatine kuştin.

Pinheiro hişyarî da ku pêlên tundiya domdar û metirsîdar geşbîniya li ser hêza desthilata demkî ya ji bo bidawîkirina tundiyê ya li Sûriyê kêm kiriye.

Paulo Sergio Pinheiro bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê û welatên endamên NY’yê kir ku bi lez sedemên tundiyê çareser bikin, rê li ber dubarebûna binpêkirinn bigirin û bi rêya hesabxwestina ji berprisan, baweriyê di navbera dewlet û civakê de ava bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye