HPG`ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

HPGê 7 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Sekna wan zelal a li ser rêgezên PKK'ê di dîroka têkoşîna me de şopeke bêhempa hişt.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev 47 salin ku Hêzên Parstina Gel HPG, berxwedaniyek bê hempa li hember dewleta Tirk dimeşîne. Di vê tekoşînê de, gelek şehîd jî, çêbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) nasnameyên 7 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi daxuyaniyek ragihand.

"HPG`ê berxwedaniya hevrêyên xwe bibîr xist"

Di daxuyaniyê de, HPGê hevrêyên xwe Gelhat Egîd, Kurtay Feraşîn, Şervan Şoreş, Rizgar Rojka, Argeş Bagok, Mahîr Destîna û Şiyar Destîna Zana bi bîr xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê  bal kîşand ser berxwedana wan yê  bi ruhê fedayî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker.

NRÇ: Hevrên me  têkoşîneke bêhempa meşandin

NRÇ destnîşan kir ku hevrêyên wan bi hemû hêza xwe, têkoşîneke bêhempa meşandin, li herêmên cûda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, beşdariyeke mînak nîşan dan.

NRÇ: Em ê biryardariya têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin

NRÇ di daxuyaniya xwe de got:

" Hevrêyên me hewl dan ku hemû peywirên ku girtin ser xwe bê kêmanî bi cîh bînin, li gorî pêdiviyên mîlîtaniya fedaî ya Apoyî tevgeriyan.

Em ê biryardariya têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin û meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez bi ser bixînin."

Di dawiyê de, NRÇê sersaxî ji  malbatên hevrêyên xwe xwast.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:

Umît Muradî bi nasnav Gelhat Egîd li bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîkbûye, di 13ê Tebaxa 2020an li Garê şehîd bûye.

Şehmuz Başaran bi nasnav Kurtay Feraşîn li bajarê Wanê ji dayîkbûye, di 13'ê Tebaxa 2020'an  li Garê şehîd bûye.

Heyder Mamo bi nasnav Şervan Şoreş, li bajarê Efrînê ji dayîkbûye, di  11'ê Tebaxa 2020 li Zapê şehîd bûye.

Sîracettîn Kondû bi nasnav Rizgar Rojka, li bajarê Mûş ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye , di 14'ê Tebaxa 2020 li Metîna şehîd bûye.

Ferhat Guler bi nasnav Argeş Bagok, li bajarê Mêrdînê ji dayîkbûye, di 14'ê Tebaxa 2020 li Metîna şehîd bûye.

Rişvan Seleh Resûlî bi nasnav Mahîr Destîna, li bajarê Çarqurne ya Başûrê Kurdistanê ji dayîkbûye, di 31'ê Adara 2020 li Xakurkê şehîd bûye.

Fesîh Vûral bi nasnav Şiyar Destîna Zana, li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye, di 11'ê Tebaxa 2020an li Metîna şehîd bûye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye