Li Almanyayê Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, helbestvanê ji Rojava Ehmed Huseynî û dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç ên ku di van rojên dawî de, jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freiburg Almaniyayê, Meclîsa Jinan a Nûda û Komîsyona Malbatên Şehîdan, gelek Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di bîranînê de wan bal kişandin ser girîngiya têkoşîna şehîdan.
Hevserokê navendê Salih Hezex axivî û got:
"Şehîd kevirên bingehîn ên têkoşîna azadiya gelê Kurd in û ji ber vê yekê divê bîranîn û têkoşîna wan were parastin.
Em soza berdewamiya riya şehîdên xwe didin."
Merasîma bîranînê piştî axaftina beşdaran bi dawî bû.
Endamê desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim 11’ê Adarê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikê jiyana xwe ji dest da.