Bi boneya salvegera 250'mîn a serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser medya dijîtal peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Di salvegera 250'mîn a ragihandina serxwebûnê de, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok Donald Trump û gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikim."
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser waneyên dîrokî yên Amerîkayê û wiha anî ziman:
"Waneya nemir a Amerîkayê, ew e ku azadî, hewceyî tiştekî ji hêzê zêdetir be.
Azadî hewceyî destûr, sazî, hevsengiya federalî û razîbûna gelê azad e."
Nêçîrvan Barzanî Serxwebûna Amerîkayê bi paşeroja Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê ve girêda û wiha pê de çû:
"Di demekê de ku çavê Herêma Kurdistan û Îraqê li hevbeşiyeke xurtir a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ye, em di wê baweriyê de ne ku wê heman prensîb ji bo paşeroja Îraqê jî wekî bingeh bimînin.
Divê aramî li ser bingeha pêbendbûna bi destûr, federalîzm û parastina maf û pêgeha Herêma Kurdistanê ya di nav destûra Îraqê de be."
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de got ku ew rêzê dide Amerîkayê ji bo piştgiriya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê.