Hasan Aşa yê 57 salî tevî ku ji sedî 91 astengdar bû û rewşa nexweşiya wî ya tenduristî giran bû jî bi salane li girtîgeha Enqereyê Sîncanê dihate girtin.
Aşa, di sala 2013’an de li Mêrdînê bi îdiayên endamtiya rêxistinê hate girtin, pişt re hate berdan.
Di sala 2015’an de dîsa ew bi heman hincetê hat girtin.Di encama darizandinê de, 13 sal û 6 meh cezayê zindanê ji wî hate dayîn.
Di sala 2022'yan de Aşa cezayê xwe temem kir, lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya cezayê wî 6 mehan dirêj kir.
Girtiyê astengdar Aşa piştî 11 salan ji girtîgehê hat berdan.