Ji ber barana zêde li taxa Teyrawî ya Hewlêrê av kete malên welatiyan

Li Hewlêrê, ji ber barîna zêde ya baranê, li Taxa Teyrawî ya bajarê Hewlêrê av kete gelek malan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji duh ve baraneke zêde li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

Di encamê de li gelek cihan lêhî jî rabûye û av ketiye malên welatiyan.

Welatiyên av ketine malên wan diyar dikin ku her salê werza zivistanê rewşa wan wiha ye.

Hikûmeta Demborî ya Başûrê Kurdistanê hê jî çareseriyek ji bo vê rewşê peyda nekiriye.

Ji ber ketina avê ya malên welatiyan, hinek ji amûrên elektrîkî şewitîne û ziyaneke mezin li wan bûye û dibêjin:

"Di her werza zivistanê de, em neçar dibin hemû alavên elektronîkî yên nava malê nû bikirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye