Bahçelî ji bo Abdullah Ocalan statuyek pêşniyar kir

Serokê giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, diyar kir ku di çarçoveya pêvajoya li Meclîsê de, divê statuya Abdullah Ocalan bê nirxandin û pêşniyar kir ku "Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê" bê avakirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dibêje, statuya birêz Ocalan, dê pêşiya pêvajoyê veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û bûyerên di rojevê de nirxandin.

Bahçelî işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got:

“Xebatên komîsyona Meclisê, bi piştevaniya partiyên siyasî yên cuda, bi rapor, muzakere û amadekariyên sererastkirinên qanûnî bi pêş dikevin û ev yek gelekî watedar e.

Bahçelî: Ocalan dikare bibe koordînatorê pêvajoya aştiyê

Devlet Bahçelî bal kişand ser statuya Abdullah Ocalan û wiha axivî:

“Meseleya statuya Abdullah Ocalan ji hêla me ve girîng e. Ji bo pêvajo bi tendurist bidome, mimkûn nîne ku ev mesele jinedîtî ve were.

Eger di mijara statuya Abdullah Ocalan de valahî hebe, divê ev valahî bi awayekî xizmetê ji Komara Tirkiyê re bike, were nirxandin.

Ji bo bidawîkirina van nîqaşan, ez navê Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê pêşniyar dikim.

Tuncer Bakirhan: Sedema neavêtina gavan bêçaresertiya siyasî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî.

Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya navxweyî jî bi çareseriyeke demokratîk pêkan e û wiha axivî:

“Gel dipirse, dibêje, çima desthilat bi wêrekî gavan navêje?

Niha ya ku were kirin jî, çêkirina qanûnan e.

Heke hûn ji rêxistinên çekdar re bêjin çekan deynin û bikevin nava siyasetê, divê hûn hiqûqê diyar bikin.

Bêhiqûq dê çawa werin?

Tuncer Bakirhan: Statuya Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser statuya Abdullah Ocalan û wiha pê dê çû:

“Başkirina şert û mercên birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşvêçûna pêvajoyê, pêwîstiyeke bingehîn e.

Birêz Ocalan jî dibêje, ji bo ku ew pêvajoyê bi pêş ve bibe, divê şert û mercên wî bên başkirin û bikaribe bi hemû aktoran re hevdîtinan pêk bîne.

Em li ser gotina Serokkomar ku dibêje:‘Dîrok, ên piştgiriyê didin pêvajoyê dê binivisîne’ dibêjin, birêz Erdogan were, em bi hev re dîrokê binivisînin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye