Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî didomîne.
Endamên Şandeyê parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Meclîsê serdana heyeta AKP'ê kirin.
Şandeya Îmraliyê ji aliyê Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler, Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, Serokwekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala ve hatin pêşwazîkirin.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hat zanîn ku hevdîtin seateke û nîvê berdewam kiriye.
Piştî hevdîtinê Şandeya Îmraliyê û heyeta AKP'ê daxuyanî dan.
Guler: Me nirxandinên berfireh kirin
Pêşî Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler axivî û diyar kir ku ew spasiya heyeta DEM Partiyê dikin û got:
“Hemû partiyên siyasî raporên xwe radestî komîsyona Meclîsê kirin. Herî dawî me jî rapora xwe teslîm kir. Li ser vê yekê jî me nirxandinên berfireh kirin.”
Pervîn Buldan: Me girîngiya vê yekê diyar kir; aştî bê hiqûq nabe
Piştre Pervîn Buldan axivî û spasiya heyeta AKP'ê kir.
Buldan anî ziman ku wan li ser merhaleya ku pêvajo gehiştiyê hevdîtin pêk aniye û wiha got:
“Me peşniyarên xwe ji wan re kirin. Heyeta AKP'ê jî pêşniyarên xwe anîn ziman.
Me girîngiya vê yekê diyar kir; aştî bê hiqûq nabe.
Ji bo wê jî merhaleya em gehiştinê pêwîstiya wê bi zemîna hiqûqî heye.
Em di merhaleyeke nû de ne. Serdan û hevdîtinên me dê bidominîn. Em ê her tim di nava diyalogê de bin.”
Mithat Sancar: Mutabakata siyasî û lihevkirina civakî pêwistiyeke pir girîng e
Mithat Sancar jî diyar kir ku ew li ser gelek mijaran axivîne û wiha lê zêde kir:
“Me li ser merhaleya pêvajo gehiştiyê fikir û nêrînên xwe ji hev re anî ziman. Serdema li pêş me serdemeke hesas e.
Girîngiya bi hev re avakirina zemîna hiqûqî heye. Me jî girîngiya mutabakata siyasî û lihevkirina civakî anî ziman.
Sererastkirina yasayî, pêşveçûna pêvajoyê, mutabakata siyasî û lihevkirina civakî pêwistiyeke pir girîng e.
Serdanên me yên partiyên siyasî wê bidomin. Piştre jî em ê bi Wezîrê Dadê û Serokê Meclîsê re hevdîtinê bikin.
Her wiha em plan dikin ku bi birêz Serokkomar re jî hevdîtinê bikin.”
Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel AKP'ê, li Meclîsê serdana Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) kir.