Hejmara qurbaniyên lehiya li 3 welatan gihişt 400 kesan

Ji ber karesatên xwezayî, Li Endonezya, Malezya û Tayland, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li 3 welatên cûda di nav hefteyekê de, ji ber lehiyan nêzîkê 400 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Tenê li herêma Sumatra ya Endonezyayê 303 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tîmên rizgarkirinê dan xuyakirin ku zêdetirî 100 kesî hîn jî winda ne û xebatên lêgerînê ji bo wan berdewam dike.

Her wiha hat destnîşankirin ku zêdetirî 500 kes jî birîndar in.

Ji ber lehiyên li Endoneziyayê zêdetirî 75 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.

Her wekî din jî, li Malezyayê, 11 hezar kes ji lehiyê bandor bûne.

Li Taylandê jî, ji ber lehiyê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên Taylandê eşkere kirin ku wan zêdetirî 27 hezar kesan veguhistine li cihên ewle.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye