Efserê artêşa Madagaskarê Mîralay Michael Randrianrina, serokatiya darbeyeke leşkerî kir û dest danî ser desthilatdariyê.
Îro, li hola sereke ya Dadgeha Bilind li paytext Antananarivo, Michael Randrianrina, wek serokê nû yê welêt sond xwar.
Mîralay Michael Randrianirina ragihand ku wan desthilatdarî girtiye destê xwe û anî ziman ku artêşê ji bilî Odeya Nûneran, hilweşandina hemû saziyan ragihandiye.
Madagaskar welatekî giravî ye. ew li Okyanûsa Hindî ye, nifûsa wê nêzîkî 30 milyon e.