Pêşbirka bazdanê ku ev cara duyemîn e li paytexta Çînê, Pekînê tê lidarxistin, mirov û robotên mirovî li ser heman rêyê bi hev re pêşbazî kirin.
Ji pêşbirkê re "Nîv Maratona Pekînê ya E-City û Nîv Maratona Robotên Mirovî" tê gotin.
Robotên mirovî di rêyeke 21 kîlometreyî de beziyan.
Ev rê li gorî bazdana mirovekî hatibû diyarkirin.
Lê robotên mirovî ev mezîlê li gorî mirovan di zûtirîn dem de qedand.
Heman modêla robotên mirovî ku ji hêla hilberînerê telefonên destan yên Çînî (Honor) ve hatî pêşxistin, bi rekora 50î deqe û 26 çirke bû yekem.
Di heman demê de du robotên din ên heman modêlê jî, ji hêla tîmên cuda ve di vê pêşbirkê de hatine ceribandin.
Ev robotên mirovî jî yek ji wan vê rêyê di 50î deqe û 56 çirkeyan de qedand, yê din jî di 53 deqe û çirkeyekê de rêya ku hatiye diyarkirin temam kir.
Rekora cîhanî ya nîv-maratonê di kategoriya mêran de ji hêla werzîşvanê Ugandayî Jacob Kiplimo ve di Adara 2026'an de li Lîzbonê bi dema 57 deqe û 20 çirkeyan hat şikandin.
Di kategoriya jinan de, rekor ji hêla Etiyopyayî Letesenbet Gidey ve bi dema 1 saet û 2 deqe û 52 çirkeyan, di sala 2021'ê de li Valencia hat tomar kirin.
Jêhatîbûnên hevsengî û hevrêziyê jî baştir bûn.
Di demekê de ku bi hezaran bazvanên mirovî li aliyekî pêşbirkê xwêdan didan, ji aliyê dinê ve jî robotên mirovî li ser rêyên paralel ên bi bariyerên metalî veqetandî li ser heman rêyê, li kêleka bazvanên normal, di navbera xwe de pêşbirk dikirin.
Tîmên ku ji şîrketên robotîkên teknolojîk, zanîngeh, saziyên lêkolînê, klûbên robotîk û dilxwazan pêk dihatin, bi 105 robotên mirovî yên ku wan pêşxistine beşdar bûn.
Par, yekem Nîvmaratona Robotên Mirovî ji hêla robota mirovî ya "Tiangong Ultra" ve, ji hêla Navenda Nûjeniya Robotîkên Mirovan a Pekînê ve hatî pêşxistin.
Bi dema 2 saet û 40 deqîqe û 42 çirkeyan hat qezenckirin.
Di pêşbirka par de, gelek robot, tevî yên ku qedandin, di rê de zehmetî kişandin, hevsengiya xwe winda kirin, ketin û zirar dîtin.
Lê belê, îsal hat dîtin ku piraniya robotan ji bilî lezahiyê, jêhatîbûna xwe ya hevsengiyê û hevrêziyê baştir kirine.
Her wiha li gorî par, di pêşbirkê de robotan kêmtir pirsgirêk dîtine.
Çîn robotên mirovî wekî teknolojiyeke krîtîk dibîne.
Hikûmeta Çînê bi hişê çêkirî dixwaze teknolojiya robotên mirovî hîn bi pêşbixe û wan di hemû beşên jiyanê de bikarbîne.