YRJ`ê êrîşên li dijî rojnamevanan şermezar kir

YRJˊê têkildarî êrîşa hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî hejmarek rojnamevanên xort û jin li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê fikarên xwe anîn ziman û bi tundî ev pêkanîn şermezar kirin. YRJ`ê bang li Rêxistinên hiqûqî û navneteweyî yên eleqedar kir ji bo ku destwerdanê bikin û binpêkirinên li dijî xebatkarên rojnamegeriyê rawestînin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Yekîtiya Ragihadina Jin (YRJ) pêkanînên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li dijî rojnamevanan ku nehiştin xwepêşandanên gel bişopînin bi tundî şermezar kirin. 

YRJˊê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku xwepêşandanên gel li dijî tayînkirina şaredarekî nû mafekî rewa ye û ji mafê gel e karûbarên xwe bi xwe bi rê ve bibin û nûnertiya xwe hilbijêrin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bûyerên çêbûne bi fikar dişopîne û da zanîn ku êrîş ne tenê li dijî xwepêşandanan hat kirin, heta li dijî rojnamevanên ku bûyer dişopandin jî hat kirin da ku rastî were nixumandin.

YRJ'ê anî ziman ku êrîşa li dijî rojnamevanên jin bi taybet hewldana têkbirina rola jinê di veguhastina rastiyê de ye û binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li Rêxistinên hiqûqî û navneteweyî yên eleqedar hat kirin ku destwerdanê bikin û binpêkirinên li dijî xebatkarên rojnamegeriyê rawestînin.

Di dawiyê de YRJˊê piştgiriya xwe bi hemû rojnamevanên ku rastî êrîşan hatin nîşan da û soza xwe ya ji bo berdewama xebata rojnamegeriyê, ragihandina rastiyê û piştgiriya daxwazên civakê ji bo azadî û xwerêveberiyê nû kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye