Dewleta Îranê 2 girtî bi dar ve kirin

Dewleta Îranê li dijî muxalifan polîtîkaya xwe ya bidarvekirinê didomîne. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê du girtî hatin bidarvekirin. Li aliyê din, girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, tevlêbûna jinûvedarizandina dozê red kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pêla binpêkirin û bidarvekirina girtiyan ji hêla dewleta Îranê ve bênavber didome.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê, girtiyê bi navê Kerîm Keramî yê 57 salî ku ji parêzgeha Kirmaşanê ye, li Zindana Dîzel Abad a Kirmaşanê hat bidarvekirin.

Berî bidarvekirinê, ew li Beşa 8’an a Zindana Kirmaşanê dihat girtin.

Heta dema nivîsandina vê raporê, bidarvekirina vî girtiyî bi fermî ji aliyê rayedarên girtîgehê û saziyên berpirsiyar ve nehatiye ragihandin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê, girtiyê bi navê Rehîm Xanalî jî îro li Zindana Adel Abad a Şîrazê hat bidarvekirin.

Werîşe Muradî tev li rûniştina dozê nebû 

Ji aliyekî din ve, piştî ku careke din girtiya siyasî Werîşe Muradî ji bo dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat vexwendin, bi sedema ku dadgeh bi fermî neyê naskirin, Werîşe Muradî tev li rûniştinê nebû.

Werîşe Muradî, ji 20’ê tebaxa 2023’yan û vir ve, di girtîgehê de ye.

Girtiya Kurd Werîşe Muradî, ji aliyê Şaxê 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi tawana "serhildanê" cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye