Piştî ketina rêjîma El Esed û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistina DAIŞ’ê derfet dît ku ji nû ve xwe birêxistin bike.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî rewşên dawî ku li Sûriyê qewimîne û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Minbic û bendava Tişrînê, valahiyek dît ku li Çolistana Sûriyê xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di van mehên dawî de, ji bo têkbirina ewlehiya herêmê çend operasiyon jî pêk anîn.
Yek ji wan berî du rojan şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li benda kontrolê ya herêma Sebah El Xêr ya li ser rêya Reqa-Hesekê, mayînek bi erebeya dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Beşa Karwan û Rêyan) ve teqand. Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.
Berî çend rojan DAIŞ’ê Ebû Ducana El Cebûrî weke waliyê parêzgeha Helebê erkdar kir. Ew jî yek ji fermandarên Heyet Tehrîr Elşam (HTŞ) bû ku ji destpêka şoreşê ve şerê rêjîma El Esed dikir û Piştî 2014’ an tevlî nav rêxistina DAIŞ’ê bû.
Berî 6 salan DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) têk çû. Lê niha bi taybet piştî rewşên dawîn ku li Sûriyê diqewimin, tê dîtin ku DAIŞ careke din dibe metirsî li ser jiyan û ewlehiya welatiyên Sûriyê.
Ceylan Hesen