DYA'yê diyar kir ku ew di şerê Îranê de bi ser dikevin

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Pete Hegseth, têkildarî rewşa Îranê axivî û got ku êrîşên dawî yek ji operasyonên herî mezin ên heta niha bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Pete Hegseth, anî ziman ku wan heta niha li Îranê li zêdeyî 7 hezar armancê xistine û wiha got: “Êrîşên dawî yek ji operasyonên herî mezin ên heta niha bû.”

 

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, têkildarî şerê bi Îranê re daxuyaniyek da û wiha got: “Em bi ser dikevin.”

 

Pete Hegseth li Pentagonê diyar kir ku ji bo bidawîbûna şer, “demeke diyarkirî nîne.”

Hegseth îdîa kir ku kapasîteya DYA'yê timî xurt dibe, li hemberî vê yekê kapasîteya Îranê lawaz bûye û îdîa kir ku sîstemên parastina hewayî yên Îranê di asteke bilind de hatine bêbandorkirin.

 

Wezîrê Parastinê da zanîn ku êrîşên bi dron û mûşekên balîstîk ên Îranî yên li ser hêzên DYA'yê ji destpêka şer û vir ve di asta ji sedî 90 de kêm bûne.

 

Hegseth ragihand ku herî kêm 120 keştiyên hêzên deryayî yên Îranê xistine û noqî binê avê kirine.

Serokê Fermandariya Giştî ya DYA'yê Orgeneral Dan Caine jî ragihand ku, hêzên hewayî yên Amerîkayê li qada hewayî ya Îranê ber bi xalên kûr ve çûye.

 

Li aliyekî din, Wezîrê Xezîneyê yê DYA'yê Scott Bessent jî ragihand ku, hin pêkanînên li ser petrola Îranê dikarin bêne sistkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye