Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Îraqê di der barê dirêjkirina dema girtina qada xwe ya hewayî de, daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, qada hewayî ya Îraqê ji bo 72 demijimêrên din ji bo seferên balafiran, haitye rawestandin.
Her wiha di daxuyaniyê de, biryara dirêjkirina qedexeya qada hewayî ya Îraqê, îro di demijêr 12:00`an de ketiye pratîkê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku, biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de hatiye dayîn û wê li gorî geşedanên şer mijar careke din were nirxandin.
Ji ber rewşa şer a di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de li gel Îraqê, gelek welatên herêmê qada xwe ya hewayî li ber çûn û hatina balafirên sivîl rawestandine.
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, bandor li gelek welatan kiriye yek jê jî Îraq e.