Di êrîşa Îsraîlê de li Xezeyê 16 kes hatin kuştin

Televîzyona Filistînî ragihand ku li Xezeyê di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê de, 16 kes hatine kuştin. Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî Philippe Lazzarini jî, eşkere kir ku Îsraîlê 10 avahiyên UNRWA li bajarê Xezeyê bombebaran kiriye. Ji aliyê xwe ve, Îsraîlê amadekariyên Operasyona Gideon 2 temam kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê di van demên dawî de, zêde bûne û niha kar ji bo kontrolkirina Xezeyê bi temamî tê kirin.

Medyaya Filistînî îro serê sibê ragihand ku di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de ya li ser 2 malan li Kolana El-Celaa li bajarê Xezeyê, 10 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Heman kenalê piştrast kir ku di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, li ser konekî li taxa Rîmal a Xezeyê, di nav wan de zarok jî hebûn, 6 kes hatin kuştin.

Lazzarini: Îsraîlê 10 avahiyên UNRWA li Xezeyê bombebaran kir

 

Ji aliyê xwe ve, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarini, eşkere kir ku Îsraîlê di 4 rojên borî de 10 avahiyên UNRWA li bajarê Xezeyê bombebaran kiriye.

Philippe Lazzarini destnîşan kir ku tîmên UNRWA li deverên din ên bakurê Xezeyê jî, xizmetên girîng peyda dikin.

 

Îsraîlê amadekariyên Operasyona Gideon 2 temam kiriye

 

Artêşa Îsraîlê jî amadekariyên xwe ji bo kontrolkirina tevahiya Xezeyê, temam kiriye.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku artêşa welatê wan, amadekariyên qonaxa duyemîn a Operasyona Gideon 2 temam kiriye, ku armanc dike bajarê Xezeyê bi tevahî kontrol bike.

Desteyê da zanîn ku her çend operasyon wê bi şermezarkirinek berfireh a navneteweyî re rû bi rû bimîne jî, kesayetên payebilind ên ewlehiyê û siyasî tekez kirine ku ji ber astengiya dan û standinên ji bo azadkirina dîlgirtiyan, wê şer ji berê berfirehtir bibe.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê, heta niha nêzîkî 300 hezar şêniyên Xezeyê ji wir derketine.

 

Karbidestên amerîka, îsraîl û qeterê hevdîtinan dikin

 

Di van demên dawî de jî, ji bo dan û standinên li ser peymana leşkerên dîlgirtî, ji nû ve dest pê bikin, karbidestên Amerîkî bi yên Îsraîlî û Qeterî re, hevdîtinan dikin.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio duh gihîşt Îsraîlê, bi rayedarên Îsraîlê re li ser îhtîmala ji nû ve destpêkirina dan û standinên girêdayî pêvajoyê nîqaş kir.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24