`SOHR`ê eşkere kir ku pevçûnên niha li Siweydayê rû didin, di encama dizîna erebeyekê de bûn, ku li ser rêya di navbera Şam û Siweyda yê, ji aliyê çend kesên ji eşîrên Ereban ve hatibû dizîn.
`SOHR`ê da zanîn ku di şerê di navbera her du aliyan de, herî kêm 18 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûne. Di nav kuştiyan de, 14 Durzî û 4 çekdar jî ji Eşîrên Ereban in.
`SOHR`ê tekez kir ku çekên giran di şer de tên bikaranîn û her ku diçe hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.
Hate diyarkirin ku şer derbasî nava gundan bûye, yek ji wan gundan jî, gundê El-Sûra El-Kebîre yê li bakurê Siweydayê di navbera komên çekdar ên eşîran û xalên polîsan ên girêdayî hêzên ewlehiya navxwe de pevçûnên dijwar rû dan.