Di meha cotmehê de 169 karker li ser kar mirine

Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Kar (ISIG) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê herî kêm 169 karker li ser kar mirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Kar (ISIG) rapora xwe ya mirina karkeran a meha Cotmehê eşkere kir.

Hat ragihandin ku meha Cotmehê de herî kêm 169 karker li ser kar mirine.

Bi vê yekê re, hejmara karkerên ku di 10 mehên îsal de mirine gihîşte hezar û 737 kesan.

Li gorî raporê, 12 ji karkerên ku meha Cotmehê mirine jin in û sedema sereke ya mirinan jî bi rêjeya ji sedî 23'ê wekî "pelçiqîn-pelçiqandin" hatiye tomarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku mirin herî zêde di sektora çandiniyê de bi 46 karkeran û piştî wê jî di sektora înşaatê de bi 43 karkeran çêbûye.

Dabeşkirina mirina karkeran a li gorî sektoran wiha ye:

Çandinî: 46 karker

Avahî: 43 karker

Veguhastin: 25 karker

Hesin: 10 karker

Bazirganî-Perwerde: 8 karker

Sektorên Din: 37 karker

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye