Kongra Star ji ber revandina heyfa banga hesabpirsînê kir

Endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser rêya Dêr Hafir-Helebê Heyfa Tayar a ji bajarê Kobanê revandin û heta niha çarenûsa wê nediyar e. Kongra Star a bajarê Helebê revandina Heyfa Adil Tayar şermezar kir û banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir.

reset font size increase font size

Kongra Star a bajarê Helebê, derbarê revandina jinan de li Şêxmeqsûd li pêşiya hola civînan a 8`ê Adarê daxuyaniyek da. 

Endama Kordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin li erdîngariya Sûriyeyê rûbirûyî xetereyê ne û desthilata hewl dide jinan tevlî jiyana pratîk û siyasî nekin.

 

KONGRA STAR: Civaka navneteweyî û hikûmeta veguhêz a sûriyê berpirsên van sûcan in

 

Kongraya Star destnîşan kir ku civaka navneteweyî û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsên van sûcan in.

Her wiha banga  rawestandina  van sûcan û got: "Di vê hesab ji sûcdaran bê pirsîn û bilez revandî û windahî serbest bêne berdan."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye