Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclîsê der barê geşedanên rojevê de daxuyanî da.
Koçyigit di destpêka axaftina xwe de Komkujiya Geliyê Zîlan şermezar kir û kesên hatine kuştin bi bîr anîn.
Koçyigit diyar kir ku peywira meclisê ew e ku li gorî pêdiviyên gel qanûnan çêbike, her wiha li ser Lûtkeya NATO’yê jî got ku welat bûye girtîgeheke vekirî.
Koçyigitê salvegra şewitandina çekan ji bo welat weke dîrokeke nû pênase kir û ev peyam da:
"Rapora komîsyona meclisê naxşerêyek bû.
Lê hê jî ew peşniyar pêk nehatin.
Li bende çi ne?
Divê ew pêşniyar yekser bibin qanûn.
Divê aktorên pêvajoyê werin parastin.
Qanûn divê dabeşkirî nebe û hemû endamên rêxistinê di nava xwe de bihewîne.
Girtiyên siyasî werin berdan.
Statuya Ocalan bê misogerkirin û şert û mercên wî yên xebatê bi qanûnan bê misogerkirin.
Ziman û nasnameya Kurdî divê bi qanûnan bê misogerkirin û ew yek ji bo aştiyeke mayînde hewcedariyeke bingehîn e."
Gulistan Kiliç Koçyigit her wiha bang li hemû partiyên siyasî kir ku vê berpirsyariyê bi hev re bi cih bînin û beriya meclis bikeve betlaneyê, bi hev re çarçoveqanûnekê çêbikin.
Herî dawî Koçyîgît li ser pirsa rojnamegeran diyar kir ku şandeya wan dê di nava hefteyê de li ser peşnûmeya qanûna çarçoveyê hevdîtinên xwe bidomînin.