Rageşiyên leşkerî di navbera Îran û Amerkayê de berdewam dikin.
Piştî vê êrîşa Îranê, artêşa Amerîkayê pêleke din a êrîşan li dijî Îranê da destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariyê, hêzên Amerîkayê di vê pêla êrîşan de, pergalên parastina hewayî yên Îranê, cihên radarên beravê, şiyanên mûşek û dron armanc kirine.
Li gorî CENTCOM’ê, di operasyonê de balafirên şer ên Amerîkayê, keştiyên deryayî û dronên xwekuj hatin bikaranîn.
Îran êrîşî baregehên li Behreyn, Kuweyt û Urdunê kir
Piştî bidawîbûna êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan pêleke operasyonan li dijî baregehên Amerîkayê yên li Behreyn, Kuweyt û Urdunê wekî bersivekê li hemberî êrîşên Amerîkî pêk aniye.
Li gorî Supaya Pasdarên Îranê, tankên sotemeniyê li baregeha hewayî ya Mîr Hesen li Urdunê, tankên sotemeniyê û pergala parastina hewayî ya Patriot li baregeha Elî Salim li Kuweytê hatine armanckirin.
Her wiha pasdaran ji bo tevgera li Tengava Hurmizê ev yek gotin:
"Hemû keştiyên derveyî herêmê û yên biyanî yên li Tengava Hurmizê, bi berdewamî tên şopandin û heta niha ti keştiyeke biyanî ku ne diviya bikeve nav ava Îranê, nekariye bikeve."
Li gorî ajansa Ruetersê, Îranê her wiha bi dronan êrîş li ser baregehên partiyên Kurdî yên li dijî Îranê li Başûrê Kurdistanê pêk anî.