Kolberê Kurd ê bi navê Yûsif Mamepûr temen 30 salî ku ji Serdeştê ye duh êvarî di encama guleyên rasterast ên dewleta Îranê de hate qetilkirin.
Li gorî nûçeya Kolber Newsê, 19’ê tebaxa 2026’an hêzên dewleta Îranê li xeta sînor Perdespiyan a ser bi Serdeşt gule li kolberan kiriye û di encamê de Yûsif Mamepûr kuştin.
Hat ragihandin ku Yûsif Mamepûr ji gundê Werdê ya ser bi Serdetê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, zewicî û xwedî zarok e.
Hat diyarkirin ku gule li gurcika wî ketiye û ji ber giraniya birînê, jiyana xwe ji dest daye.
Îranê kolbereke Kurd kuşt
Kolberê Kurd ê bi navê Yûsif Mamepûr temen 30 salî ku ji Serdeştê ye duh êvarî di encama guleyên rasterast ên dewleta Îranê de hat kuştin.