Duh bi temamî 100 sal di ser avakirina bajarê Qamişloyê re derbas bû.
Ji bo wê jî duh şahiyek mezin li qamişloyê hat lidarxistin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di şahiya Sedsaliya Damezrandina bajarê Qamişloyê de axivî.
Mazlûm Ebdî tekez kir ku ew dê ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra paşerojê ya Sûriyê de bi rêyên siyasî têkoşîna xwe bidomînin û vê têkoşînê xurtir bikin.
Ebdî: Pêvajoya tevlîkirina saziyên me ya nav saziyên dewletê bi dawî bû
Mazlûm Ebdî diyar kir ku gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ji zêdetirî sedsalî ve bi hev re jiya û avakirina bajêr dirêjahiya çandên gelên herêmê û pirrengiya wê ava kir.
Di axaftina xwe de Ebdî destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Baas’ê û destpêkirina avakirina Sûriyeya nû qonaxeke cuda ava kir.
Ebdî bang li xelkê herêmê kir ku saziyên bi fedakariyên şehîdan hatin damezrandin biparêzin, xebata piştigirya wan bikin.
Mazlûm Ebdî: Qamişlo navenda çand, siyaset û pirrengiyê ye
Mazlûm Ebdî şervanên hêzên Kurdistanî yên li kêleka QSD’ê li dijî êrîşên li ser herêmê sekinîne bi bîr anîn û tevahî kesên li kêleka gel sekinîne û di oxira parastina wî de şehîd ketine silav kir.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiyê de got Qamişlo dikare bibe navenda çand, siyasî û pirrengiyê û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re di oxira siberojeke aştiyane de bixebitin.
Ehmed Hîlalî: Qamişlo temsîla sedsala siberojê dike
Li aliyekî din cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî di şahiyê de axivî û got:
“pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê ne tenê bibîranîn e, lê temsîla sedsala siberojê dike ku her Kurdek, Erebek, Aşûriyek û Suryaniyek hîs bike li bajarê xwe ye.
Hîlalî destnîşan kir ku pêwîstî bi veguhastina ji şopên şer ber bi qonaxeke nû ya li ser serweriya qanûn û hemwelatîbûnê be.
Ehmed Hîlalî: Divê qonaxa bê li ser diyalogê be
Der barê proseya entegrasyonê de Hîlalî diyar kir ku “ne tenê rêkarên ewlehî ye, lê dosyayek giştî ye”, divê qonaxa bê li ser diyalogê be û parêzgeh bibe rûbera tevahî ne qada aloziyan.
Hîlalî da zanîn ku Qamişlo ku tevahî pêkhate di dirêjahiya 100 salî de hembêz kir dikare bibe modelek ji bo Sûriyê.