Salvegera 37'emîn a terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Îro salvegera 37’emîn a şehadeta Dr.Ebdurehman Qasimlo ye. Dr. Ebdulrehman Qasimlo sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û di 13’ê tîrmeha 1989’an de digel du hevalên xwe, li paytexta Awisturya Viyanayê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat kuştin. Ka em bi hev re li jiyan, têkoşîn û dîroka wî temaşe bikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Dr. Ebdulrehman Qasimlo yek ji rêberên herî navdar ên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Her wiha ew sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.

Qasimlo çend salan wekî pêşengekî gelê Kurd têkoşîna çekdarî dimeşand.

Wî serdema Komara Mehabadê dît û di 15 saliya xwe de bû endamê damezIrîner ê baskê ciwanan ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Di sala 1973’yan de, di kongreya sêyem a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, ew wekî Sekreterê Giştî yê partiyê hat hilbijartin.

Dirûşma wî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re xweserî.”

Di sala 1979’an de, partiya wî piştgirî da şoreşa ku hikûmeta Mihemed Riza Pehlewî hilweşand.

Qasimlo her tim ji bo Kurdan Xweserî dixwest û radestkirina çekan bo dewleta Îranê red dikir.

Têkoşîna çekdarî ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê heta 1984an di nîvê Şerê Îran û Îraqê de berdewam kir.

Piştî bidawîbûna têkoşîna çekdarî, Qasimlo li Parîsê bi cih bû û tev li Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê bû ku di cotmeha 1981’ê de hatibû damezirandin.

Danûstandinên Qasimlo bi Dewleta Îranê re

Di sala 1988’an de, piştî bidawîbûna şerê Îraq û Îranê, hikûmeta Îranê biryar da ku bi Qasimlo re bicive.

Piştre çend hevdîtin li Viyanayê bi Qasimlo re di dîrokên 28ê kanûnê, 30’yê kanûnê û 20’ê çileya 1989’an de hatin lidarxistin.

Di civînan de, şandeya Îranê ji Mihemed Cefer Sehrûrdî û Hacî Mustefewî pêk dihat û şandeya Kurdan ji Dr. Ebdulrehman Qasimlo û alîkarê wî Ebdulah Qaderî Azer û Fazil Resûl pêk dihat.

Her wiha civînek din di roja 13’ê tîrmeha 1989’an de li Viyanayê hat plankirin.

Piştî lidarxistina civînê Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi 3 guleyan ji nêz ve di heman odeya ku danûstandin lê pêk dihatin de, hat kuştin.

Alîkarê wî Ebdulah Qaderî Azer bi yanzdeh guleyan û Fazil Resûl jî bi pênc guleyan hatin birîndarkirin û piştre jiyana xwe ji dest dan.

Ebdulah Azer û Ebdulrehman Qasimlo di 20ê tîrmeha 1989an de li Goristana Père Lachaise li paytexta Fransa, Parîsê hatin veşartin.

Jiyanameya Dr. Ebdulrehman Qasimlo 

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22’yê kanûna sala 1930’î de li gundekî girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

Bavê Dr. Qasimlo ji eşîra Şekak bû.

Dr. Qasimlo Kurdî, Suryanî, Farisî, Erebî, Azerî, Fransî, Îngilîzî, Çekî û Rûsî ango 9 ziman dizanî û diaxivî.

Her wiha wî Almanî, slovakî û polonî jî baş dizanîbû.

Qasimlo xwendina xwe ya destpêkê li Urmiyê û dû re li Tehran, Tirkiye û Îraqê temam kir.

Piştre Qasimlo ji bo berdewamkirina xwendina xwe li Zanîngeha Sorbonne çû Fransayê.

Wî doktoraya xwe li Çekoslovakyayê wergirt.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo heta sala 1961’ê li Zanîngeha Prague li Çîkê dersên Aboriya Sosyalîst û li Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê jî dersên ziman û çanda Kurdî didan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye