Rêber Abdullah Ocalan bal dikşîne ku ew endamên tevgereke xwe dispêre hevrêtiya komînal û diyar dike ku ew sekna xwe ya di banga 27’ê Sibatê diparêzê.
Rêberê Gelê Kurd ji bo PKK û kadroyên wê jî dibêje ku rola xwe ya dîrokî re rabûne û ji bo pêşerojê bal dikşşîne li ser manîfestoya xwe û vê manîfestoyê jî wek manîfestoya serkeftinê pênase dike.
Rêberê Gelê Kurd hevdîtinên li Îmraliyê pêk tên digre dest û destnîşan dike ku pêwîstî pê heye derbasî qonaxek nû bibin.
Ji bo qonaxek nû jî gavên pêwîst bi vî şiklî digre dest:
HEBÛNA GELÊ KURD HATIYE NASKIRIN ARMANCA SEREKE PÊK HATIYE
“ -Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya neteweyî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dubarekirin û xetimandin hate nirxandin. Wê dubarekirin û xetimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerexnekirinên berfireh dewam bikin.
``DIVÊ SIYASETA DEMOKRATÎK WEKE TAKTÎKEKE BINGEHÎN BI HUQÛQEKE HEVGIRTÎ WERE DAGIRTIN``
-Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bi sernavê Aştî û Civaka Demokratîk 'siyaseta demokratîk' weke taktîkeke bingehîn bi hiqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.
-Di rewşa heyî de danîna çekdan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyeyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.
-Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên partîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;
Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkane.
Ji hemû tiştên hatî gotin, encama derdikeve: PKK’ê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe aniye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.
Hin xalên dîrokî yên di banga dîrokî ya Rêberê Gelê kurd de derketine wihane:
EZ BANGA XWE YA 27'Ê SIBATÊ DIPARÊZIM
DIVÊ REWŞA HEYÎ WEKE ENCAMEKE DÎROKÎ Û BI NIRX WERE DÎTIN
MANÎFESTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK MIN JI BO GELÊ KURD, HERÊM Û HÊZÊN CIVAKA GERDUNÎ AMADE KIR``
DIKARIM EŞKERE BÊJIM, EV PÊŞKETIN ENCAMA HEVDÎTINÊN MIN ÊN LI ÎMRALIYÊ DE PÊK TÊN
DIVÊ SIYASETA DEMOKRATÎK WEKE TAKTÎKEKE BINGEHÎN BI HUQÛQEKE HEVGIRTÎ WERE DAGIRTIN
DANÎNA ÇEKDAN BI DILDARÎ Û LI SER HÎMÊ HUQÛQÊ XEBATA AVAKIRINA KOMÎSYONEKE BERFEREH Û ERKDAR LI MECLISÊ GIRÎNG E
EV NE TÊKÇÛN E, BEREVAJÎ DIVÊ WEKE SERKEFTINEKE DÎROKÎ WERE NIRXANDIN
MIN TI CARÎ AZADIYA XWE A ŞEXSÎ NEKIRIYE PIRSGIRÊK AZADIYA ŞEXS JI CIVAKÊ NABE WERE CUDAKIRIN
BI AZADIYA ŞEXS CIVAK, BI AZADIYA CIVAKÊ JÎ ŞEXS DIKARE AZAD BIBE
BÛYERÊN KU LI HERÊMÊ PÊK TÊN, GIRÎNGÎ Û LEZGÎNIYA VÊ GAVA ME A DÎROKÎ EŞKERE PIŞTRAST DIKIN