Komeleya Hemşîreyên Kêmkirina Zirarê(HRNA) ragihand ku rewşa tendirustî ya Celaliyan ji ber nexweşiya çav, gurçik û mîdeyê xirab e û ji çavdêriya bijîşkî ya pêwîst bê par maye.
HRNA da xuyakirin ku Zeyneb Celaliyan meha borî li nexweşxaneyeke li Yezdê, emeliyat bû û piştî du rojan ew vegerandin girtîgehê.
Celaliyan di sala 1982’yan de, li bajarê Mako yê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Di sala 2007’an de, bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de, bi tometa Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî Xweda, cezayê îdamê lê hat birîn. Piştre cezayê wê hat guherîn û bû cezayê heta hetayê.
Zeyneb Celaliyan yekane girtiya siyasî ya jin e, ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê heta hetayê lê tê birîn.