Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Amerîka, Konsulxaneya xwe ya herî mezin li ser asta cîhanê li Hewlêrê vekir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di merasîma vekirinê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rêveberî û Çavkaniyan Michael Rigas amade bû.

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku vekirina konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, girîngiya ku Amerîkayê dide Iraq û Başûrê Kurdistanê, nîşan dide.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku pêwendiyên wan bi Amerîkayê re, li ser bawerî, nirx û xebata hevbeş ava bûne.

Barzanî da zanîn ku ew dixwazin Kurdistan bibe pirek ji bo dan û standinê, ne qadeke pevçûnê.

Raydaran anîn ziman ku bi armanca baştirkirina xizmetên konsulxaneyê, hêsankirina danûstandinên welatiyan, pêşxistina hevkariya dîplomatîk û ewlehiyê di navbera her du welatan de, ev Konsulxane ava kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye