Konferansa “Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê DEM Partiyê ve dê 6-7’ê Kanûnê Stenbolê bê lidarxistin. Li bendê ye ji Kurdistan, Tirkiyê û gelek welatên cihanê kesayetên navdar tevlî li konferansê bibin.
Konferans dê du rojan berdewam bike û bi 3 zimanan Kurdî, Îngilizî û Tirkî wergera simultane were kirin. Ji Efrîkaya Başur, ji Katalonya heta Îspanyayê dê beşdarvan behsa aştiyê bikin.
Li ser perspektîfa Abdullah Ocalan dê nîqaş bên kirin
Her wiha beşdarvan û mijarên konferasê jî eşkere bûn. Di konferansê de li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, “mafê hêviyê” û perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîqaş dê bên kirin.
Roja yekemîn ya bernameyê de dê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Veysî Aktaş ê ku ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan biaxive.
Ji aliyê din DEM Partî dixwest ji Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî were Tirkiyê û tevlî konferansê bibe, lê Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ev daxwaz red kir.
Çelîk dibêje:"Ev kar di çarçoveya devjêberdana ji çalakiyên terorê de tên nirxandin. Bila dev jê berdin, kerem bikin werin."