Aktaş: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

Veysî Aktaşê ku li girava Îmraliyê ba Rêberê Gelê Kurd re dima piştî 31 sal û 3 mehan tehliye bû. Aktaş silavê Rêberê Gelê Kurd ragihand û got: “Serok dibêje, ‘Em ê girava Îmraliyê bikin girava aştiyê”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Veysî Aktaş piştî 31 sal  3 mehan hat tahliyekirin. Aktaşê ku di heman demê de endamê sekreteryaya Îmraliyê bû piştî hat tehliye kirin li navçeya Rêzana Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Li pêşiya mala Aktaş girseya kombûyî bi çepik û tilîliyan ew pêşwazî kir. Ji ber elaqaya zêde Aktaş bi zorê derbasî mal bû. 

Aktaş li vir silavên Rêberê Gelê Kurd ragihand û wiha axivî: “Serok dibêje, ‘Em ê girava Îmraliyê bikin girava aştiyê”

Dayika Veysî Aktaş Faîke Aktaş jî anî ziman ku ew bi tehliyêya kurê xwe re gelek keyfxweş bûye û banga serbest berdana hemû girtiyan kir.

Veysî Aktaş di sala 2015’an de ji bo erka ‘Sekreterya’ li gel Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran sewqî Girtîgeha Îmralî hatibû kirin. Rexmî ku cezayê lê hatiye birîn di 28’ê Nîsana 2024’an temam bûbû jî lê bi biryara Lijneya Çavderî û Îdarê re tehliya wî hatibû asteng kirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24