Di operasyona li dijî teror û bazirganên hişbirê de 61 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di operasyonên wan ên dawîn ên li Reqayê û deverên li rojavayê Dêrazorê de, 61 kes hatine destgîrkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyonên dawîn ên li Reqayê û herêmên li rojavayê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Fermandariyê da zanîn ku “di çend rojên borî de li Reqa û rojavayê Dêrazorê hemleyên ewlehiyê yên berfireh pêk hatin”.

Hate gotin: “Di encama van operasyonan de 61 kesên ku tên xwestin ku di terorîzm, sûc, belavkirin û bazirganiya hişbirê de beşdar bûbûn, hatin girtin. Her wiha wan gelek çek, cebilxane û teqemenî, tevî cureyên madeyên hişbir, di nav de desteser kirin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiyê de diyar kir ku dê operasyonên wan bê navber dewam bikin “heya ku hemû cureyên terorîzm, sûc û madeyên hişbir ji holê werin rakirin”.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24