Xelkên Rojava ji bo beşdarbûna çalakiya ziman li benda Şêx Murşîd Xeznewî bûn
Lê hate ragihandin ku Şêx Murşid Xeznewî li Urdunê ji ber mijareke beriya 20 salan hatiye rawestandin.
Sedema rawestandinê jî ew e ku çawa beriya 20 salan ji Urdinê derketiye û çawa çûye û niha vegeriyaye wê derê.
Hikûmeta Urdinê ji bo hinek mijarên yasayî dosyaya Xeznewî lêkolîn bikin, ew dan rawestandin û paşê ew berdan.
Şêx Murşid li ser hesabê xwe yê X`ê behsa mijarê kir û got:
"Hinek mijarên rûtînî yên li balafirgehê nehiştin ku ez beşdarî bernameya Roja Zimanê Kurdî ya li Qamişloyê bibim.
Ez baş im û tenduristiya min jî baş e.
Ez piştrast dikim ku helwesta min xurt e û têkoşîna min ji bo mafên gelê me berdewam dike.
Merc, wê me ji şopandina rêya me di parastina dozên me yên dadperwer de nehêlin."